Li gorî Şamê bi piştgiriya Amerîka û Urdunê ji bo Siwêydayê nexşerêyek hatiye çêkirin
Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Şamê Esed el-Şeybanî di mijara Siwêydayê de planeke ku ji aliyê Washington û Emmanê ve tê piştgirîkirin, ragihand.
Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî ya Şamê Esed el-Şeybanî di mijara Siwêydayê de planeke ku ji aliyê Washington û Emmanê ve tê piştgirîkirin, ragihand.
Şeybanî plana ji aliyê Washington û Ammanê ve tê piştgirîkirin a ji bo "avakirina aştiyê" ya li parêzgeha Siwêydayê ku piraniya niştecihên wê Durzî ne, ragihand.
Şeybanî got, "Nexşerêyeke me ya zelal heye" û da zanîn ku ev plan gavên wekî "darizandina kesên berpirsiyarê êrîşên li ser sivîlan", "tezmînkirina mexdûran" û "pêvajoyek lihevhatina navxweyî were destpêkirin" di nava xwe de dihewîne.
Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Sefedî û nûnerê taybet ê DYE’yê Tom Barrack, bi Şeybanî re beşdarî civîna çapemeniyê bûn û ragihandin ku ji bo çavêrîkirina planê wê "mekanîzmayeke hevbeş a Sûriye-Urdun-Amerîka" were damezrandin.
Rayedarên Şamê daxuyandin ku ji bo kêmkirina aloziyan piştî pevçûnên kujer ên di Tîrmehê de li başûrê bajarê Siwêydayê qewimîn, pozîsyona "serokê ewlehiya navxweyî" hatiye damezrandin û ev pozîsyon dane rêberê Durzî yê xwecihî.
Televîzyona dewletê ya ku girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê ye, xwe dispêre çavkaniyek ji Wezareta Karên Hundir ragihand ku Silêman Ebdulbakî li bajarê Swêdayê ya ku di bin kontrola şervanên Durzî de ye, wekî rêveberê ewlehiyê hatiye tayînkirin û hêzên Şamê deverên derdorê kontrol dikin.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di tundûtûjiyê de zêdetirî 2 hezar kes hatine qetilkirin û 789 ji wan sivîlên Durzî yên "ji aliyê endamên Wezareta Parastin û Karên Hundir ve bêdaraz hatine qetilkirin”.
SOHR’ê daxuyand ku ji 14’ê Tîrmehê destpêka tundûtûjiyê û heta niha103 jê jin bi tavhî 516 Durzî li Siwêydayê hatine revandin.
Yek ji rêberên ruhanî yên pêşeng ên Durzî yên Sûriyeyê Hîkmet el-Hicrî meha borîji bo Siwêydayê daxwaza avakirina herêmeke "cuda" kiribû û Îsraîl jî daxwaza parastinê herêmê ragihandibû.